Kompnyayeka nêvdewletî dê dest bike bi hûrbînîyê bo dahata Herêmê.

Piştî cejna Newrozê û serê Sala nû ya Kurdî kompanyayeka nêv dewletî dê dest bike bi karê hûrbînîyê li dahata petrol û gaza Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr:

Piştî cejna Newrozê û serê Sala nû ya Kurdî kompanyayeka nêv dewletî dê dest bike bi karê hûrbînîyê  li dahata petrol û gaza Herêma Kurdistanê.

Kombûn aevro ya Civata wezîran, bi serperiştîya Nêçîrvan Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û cîgirê wî Qubad Talebanî bi rêve çû. Di kombûnê de, amaje hatkirin bi wê biryara kombûna dawîya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê , ku têde biryar hatibûdan li ser hînana kompanîyayeka nêvdewletîya bawerpêkirî di bwarê  hûrbînîyê de li dahat û xercîyên petrol û gaze. Be armanca vêdaçûnê û diltenahbûnê ji wan data û hijmarên dihên belavkirin ji alîyê wezareta Samanên Suriştîyên hikumeta Herêma Kurdistanê û derbareyê daht û xercîyn petrol û gaze.

Her di wê kombûnê de amaje bi wê yekê jî hat kirin ku piştî cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî, ew kompanîya li Herêma Kurdistanê dê dest bi karên xwe bike.