Cozêf Fotêl: Pêşveçûnên Hevpeymanan li Suryayê ne bilezin

Ceneral Cozêf Fotêl ragehand ku pêşveçûnên Hevpeyamnîya Nêvdewletî li Suryayê ne bi lezin û di xavin.

K24- Hewlêr:

Ceneral Cozêf Fotêl ragehand ku pêşveçûnên Hevpeyamnîya Nêvdewletî li Suryayê ne bi lezin û di xavin.

Ceneral Cozêf Fotêl, berbijarê serokê Emerîkayê Barak Obama, bo serkirdatîya sentera serbazîya Emerîkayê li kongirêsê, ragehand: Pêşveçûnên  Hevpeyamnîya Nêvdewletî li dijî Daişê  li Surayê cihê nîgeranîyêye.

Ceneral Cozêf Fotêl, egera evê yekê bo nebûna piştîvanîya rastekîneya  Hevpeymanîya Nêvdewletî  vegerandîye ku nekare li ser erdê şerrê Daişê bike.

Li ser Îraqê jî dibêje: Me li wir şirîkek heye, lê li Surayê me nine, lew  ez nîgeranim ji nebûana faktera sîyasî li Suraya.

Li Îlona 2014 Hevpeymanîya nêvdewletî li dij Daişê  bi serokatîya Emerîkayê dest bi burdûmankirina Daişê kir, bi rêya asamnî ve, lê heya niha Hevpeyamanîya Nêvdewletî li Sûryayê şerrê Daişê li ser erdê nake.