Lavrov: Divê Kurd di danûstandinên Cenêvê de beşdar bin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, girîng e kurd beşdarî danûstandinên Cenêvê yên di hefteya bê de bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, girîng e kurd beşdarî danûstandinên Cenêvê yên di hefteya bê de bibin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevdîtnekê de ligel Serokê Tevgera Piralî yê Opozîsyona Sûriyê Rende Qesîs, amaje kir bi pabendiya bi agirbesta li Sûriyê kir. Herwiha tekezî li ser beşdariya Kurd di gera duyemîn ya danûstandinên aştiyê li Cenêvê kir.
Di gera yekem ya danûstandinên Cenêv3 de, Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li ser pişka opozîsyona Sûriyê beşdarî danûstandinan bû, lê tevî hewlên Rûsyayê Hevserokê PYDê Salih Mislim beşdar nebû.
Nûnerê NY yê taybet bi Sûriyê Steffan De Mistura duh ragihand, ew ti nameyên vexwandina gera duyemîn ya danûstandinên Cenêvê birê nakin, aliyên di gera yekem beşdar bûne, dê di gera duyem de jî beşdar bibin.
Biryar bû, di 10 Adarê de gera duyem ya danûstandinên aştiyê di navbera hikûmet û opozîsyona Sûriyê de dest pê bikirana, lê bo 14 vê mehê hat paşxistin.