Hikûmet û opozîsyona Tirkiyê li hemberî hev in
Li ser daxwaza Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bo çêkirina yasayên hevahengiyê yên ji bo biryarên ku di Lutkeya 2emîn ya Penaberan a Yekîtiya Ewropayê de hatine dayîn, nirxandinên erênî û neyînî tên kirin.
K24 - Enqere
Li ser daxwaza Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ya bo çêkirina yasayên hevahengiyê yên ji bo biryarên ku di Lutkeya 2emîn ya Penaberan a Yekîtiya Ewropayê de hatine dayîn, nirxandinên erênî û neyînî tên kirin.
Di nav wan biryarên girîng de ku li lûtkeya penaberan ya 2emîn a li Brûkselê di navbera Tirkiyê û welatên Yekîtiya Ewropayê de hatine dayîn, rakirina vîzeyê ya welatiyên Tirkiyê jî cih digire. Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu diyar kir ku divê ew sererastkirinên qanûnî heta meha Adarê bêne kirin daku rakirina vîzeyê di meha Çiriya Pêşîn de bikeve kar.
Davutoglu di vê çarçoveyê de bang li partiyên opozîsyonê kiribû û alîkarî ji wan xwestibû. Ji aliyê partiyên opozîsyonê ve banga Davutoglu hem hate rexnekirin hem jî piştevaniya wê hat kirin.
Di vê derbarê de Parlamenterê CHPê Prof. Dr. Nurettîn Demîr got: “Em wek partî piştevaniya her corên pêngavan dikin ku di çarçoveya hevahengiyê ya Yekîtiya Ewropayê û nirxên cîhanî de ne. Lê ev mijara giring bi fêl û finasan wek serkeftinekê divê neyê nişandan.”
HDPê derbarê vê mijarê de diyar kir ku divê hikûmet pêşî berpirsiyariya xwe bi cih bîne, ne li pey piştevaniya partiyên opozîsyonê bigere. Herwiha HDPê ragihand ku di helwesta wan de tu guherîn pêk nehatiye.
Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken jî mijar wiha nirxand: "Pêvajoya ligel Yekîtiya Ewropayê erênî ye, em bawer dikin ku wê bo demokrasiyê fêdeyeke wê hebe. Di şûna ku weke dersekê li me ferz bike divê hikûmet beriya her tiştî li gorî qanûnên demokratîk tevbigere."
MHPê jî diyar kir ku divê Tirkiyê nebe wargeha penaberan û ew qebûl nakin ku berjewendî û asayîşa neteweyî ya Tirkiyê bibe cihê bazarkirinê. Cîgirê Serokê Koma MHPê Oktay Vural wiha dibêje: “Ne rast e ku em wan mijaran ku li ser berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyê ne wekî bazara canbazan hildin dest. Gewhera arîşeyê ne pere ye. Serokwezîrê birêz divê diyar bike ku bazareke bazirganî nake.”
Di vê bersivê de her sê partiyên siyasî dane Davutoglu xala hevpar ew e ku parlamento derbarê wan hevdîtinan de bê agahdarkirin ku digel Yekitiya Ewropayê tên meşandin.

Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken
.jpg)
Cîgirê Serokê Koma MHPê Oktay Vural