Emerîka li ser metirsîyên mûşekên Balîstîyên Îranê daxwaza kombûna bi lez dike.
Wîlayetên Hevgirtîyên Emerîkayê, li ser metirsîyên mûşekên Balîstîyên Îranê daxwaza kombûna bi lez ji Civata Asayîşa Nêvdewletî dike.
K24- Hewlêr:
Wîlayetên Hevgirtîyên Emerîkayê, li ser metirsîyên mûşekên Balîstîyên Îranê daxwaza kombûna bi lez ji Civata Asayîşa Nêvdewletî dike.
Wilayetên Hevgirtîyên Emerîkayê bi rêya balyûza xwe li Neteweyên Hevgirtî daxwaz ji Civata Asayîşa nêvdewletî kir, roja Dûşembîya dahatî bi aramanca gêngeşekirinê liser metirsîyên taqîkirina mûşekên Balîstîyên Îranê kom bibin û bi (ragehandina metirsîyê) nave wê birîye.
Samannta Pawer balyûza Emerîkayî li Neteweyên Hevgirtî ragehand: Emerîka ji taqîkirina mûşekên Balistîyên Îranê gelek nîgerane û bi têkderê asayîş û rûxana wê dizane. Lew giringe li gel hevpeymanên xwe li cîhanê kar lis er metirsî û bêhêzkirina bernameya Balîstîya Îranê bikin.
Samanta pawer dibêje jî: Bêguman bo encamdana biryara 2231 a Civata Asayîş a Nêvdewletî bi temamî, em dê bigehîn rêkkevtinê ku rêgirîyê ji hemû harîkarîyeka derekî bigire bo bernameya mûşekîya Îranê.
Hêzaên Pasewanên Şorişa Îslamîya Îranê (Pasdaran) li 8 evê mehê mûşekeka Balîstî taqîkirin ku mewdaya wê 1400 kilometre.
Ev mûşeka Îranê bo taqîkirinê havêjtibû, bi zimanê Îbrî li ser hatibû nivîsan( divê Îsaryîl li ser rûyê erdê nemîne) ev yek jî bû cihê nîgeranîya welatên deverê û cîhanê.