Piştî rakirina parêzbendiyan rêbazeke çawa tê şopandin?
Li Tirkiyê partiyên siyasî niha jî nîqaşa prosesa piştî rakirina parêzbendiyan dikin. Gelo rêbazeke çawa dê were şopandin. Helwêsta kikûmeta AKPê ber bi zelalbûnê ve diçe.
Adnan Gerger / K24 - Enqere
Li Tirkiyê partiyên siyasî niha jî nîqaşa prosesa piştî rakirina parêzbendiyan dikin. Gelo rêbazeke çawa dê were şopandin. Helwêsta kikûmeta AKPê ber bi zelalbûnê ve diçe. Opozîsyon jî parastina çarçoveya hiqûqî dike.
Li Tirkiyê di sala 1994an de parlamenterên DEPê bi awayekî ne yaseyî hatinbûn binçavkirin. Gelek sal derbasbûn lê nîqaşên li ser binçavkirina parlamenterên DEPê bi dawî nebû û herî dawî binçavkirina wan wekî binçavkirina parlamentoyê ango wek darbeyeke li hemberî parlamentoyê hate şirovekirin. Ji ber vê yekê partiyên siyasî li rêbazên nû digerin.
Herwiha hikûmeta AKPê ji bo di prosesa darizandina parlamenterên HDPê de heman dîmen dernekevin holê 3 rê dan pêşiya xwe. Çi ne ew rê; Biryara Parlamentoyê, guhertina yaseyê û biryara dadgehê…
Piştî AKPê ev her sê rê dan pêşiya xwe partiyên muxalefetê jî nêrînên xwe anî ziman. Parlamenterê CHPê yê Edenê İbrahim Ozdiş div ê derbarê de got: “Di wê demê de dîsa ez parlamenter bûm. Ez wek parlamenterekî ku bûme şahidê wê demê dibêjim, ew kiryareke li dijî rêzdarî û rûmeta mirov û mafên mirovan bû. Ez bawer dikim ku dê rêbazên mirovane û hiqûqî werin şopandin.”
MHPê jî dubare kir ku ji bilî parêzbendiya kursî ango azadiya axaftina parlamenteran hemû parêzbendî dîvê bên rakirin û ew prosesa darazê diparêzin. Cîgirê Serokê Koma MHPê Oktay Vural wiha dibêje: “Li Tirkiyê divê girtin awarte bin. Ev çawa standart e, eger girtina rojnameger û karsazan baş be û bi tenê dema di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê girtin çê dibe, hinek bêjin “haho bila girtin nebe”?
Li aliyê din, hat ragihandin ku wê hikûmeta AKPê di nava çend rojan de, biryara xwe ya derbarê dosyeyên parêzbediyan de zelal bike. Lê belê nayê çaverêkirin ku prosesa gotûbêjkirinê ji 15 rojan zûtir dest pê bike û ji bo qonaxa dengdanê ya li Parlamentoyê jî 2 meh pêwîst in.