Barzanî û Cibûrî rewşa dawî ya şerê DAIŞê gotûbêj dikin

Serokê Parlementoya Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê bi encamên serdana xwe bo ji Amerîka û Tirkiyê agahdar dike.

K24 – Hewlêr

Serokê Parlementoya Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê bi encamên serdana xwe bo ji Amerîka û Tirkiyê agahdar dike.

Di civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî û Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî, behsa guhartinên siyasî yên navxwe û herêmê yên dawî hate kirin, Cibûrî jî encamên serdana xwe bo Amerîka û Tirkiyê agahdar kir.

Her di wê civînê de, guftûgo li ser rewşa leşkerî yên navçeyê şer û qonaxa dawî ya jinabirina DAIŞ û krîza darayî û metirsiya li ser proseya siyasî ya Iraqê hate kirin.