K24 pirsa kîmyabarankirina Pêşmerge ji Rûsyayê dike
K24 yekem kenal bû, nûçeya bikaranîna DAIŞê ji çekê kîmyayî li dijî hêza Pêşmerge û gelê Kurdistanê, gihande Wezareta Derve yê Rûsyayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
K24 yekem kenal bû, nûçeya bikaranîna DAIŞê ji çekê kîmyayî li dijî hêza Pêşmerge û gelê Kurdistanê, gihande Wezareta Derve yê Rûsyayê.
Di wê derbarê de, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova got: “Rûsya çendîn car e ew babet li Encûmena Asayişa Navdewletî behs kir û kar bo jî kir.”
Li ser hevkariya nexweş û birîndarên çekê kîmyayî ji aliyê hikûmeta Rûsyayê ve, Zaxarova ji K24ê re got: “Em lêkolînên zêdetir li ser wê babetê dikin û piştre emê agahiyan belav bikin.”
Rûsya radigihîne, ew dijî pêşketina çekê komelkuj in, bo vê yekê jî çendîn car e li Encûmena Asayoşa Navdewletî bi berdewamî kar li ser vê babetê kiriye.
Zaxarova got jî: “Heger ew çek bikeve destê DAIŞê, yan çend kesên din yên terrorist, ma emê çaverêya çi encaman bikin? bo yekê çendîn car e ew pirsgirêk li Encûmena Asayişa Navdewletî behs dikin.”
Zaxarova got jî: “Derbarê hevkariyê bo çareserkirina birîndaran, pêwîst e em lêkolînên zêde bo wê bikin, paşê jî agahiyan zêdetir rabigihînim.”
Êrîş û metirsiyên grûpên tundrew li ser jiyana mirovatî berferh dibe, bo wê metirsiyê rûbirûbûna Hevpeymaniya Navdewletî gerek e, di heman demê de jî, bo çareserkirina birîndaran jî hevkariya navdewletî pêwîst e.