Bi pêşengiya PKKê rêxistina nû "TŞYG" hat ragihandin

Li dijî êrîş, komkujiyên dewleta tirk 10 rêxistinên şoreşger bi pêşengiya PKKê, Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) hat damezrandin.

K24 - Navenda Nûçeyan  

Li dijî êrîş, komkujiyên dewleta tirk 10 rêxistinên şoreşger bi pêşengiya PKKê, Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) hat damezrandin.

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) weke rêxistineke hevpar a şoreşgerên Tirkiyê û Kurdistanê damezrandina xwe ragihand. 10 rêxistinên şoreşger ên Tirkiyê û Kurdistanê, piştî pêvajoya nîqaşên ji meha Kanûnê û vir ve Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan ku vê hevgirtiyê weke yekitiya hêz û çalakiyê pênase dikin bi danezanekê ve hate eşkerekirin. 

Di daxuyaniya TŞYGê de hat ku, siyasetên hukimeta tirk him li Tirkiyê û bajarên kurdan, him jî li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî de encamên giran derdixe holê.Di nav 4-5 salên borî de bi hezaran terorîst bi piştgiriya hukimeta tirk derbasî Sûriyê bûn û di encama êriş û komkujî pêk anîn, bi hezaran mirov hatin kuştin û bi milyonan kes ji cih û warên xwe koçber bûn.

Herwiha di daxuyaniyê de hat, pêvajoya çareseriyê ku dihat meşandin dîsa ji aliyê hukimeta Tirkiyê ve hat rawestandin û piştre artêşa Tirkiyê li gelek deveran êrîşî bajarên Kurdan kirin û di encamê de heta niha bi sedan welatiyên Kurd hatin qirkirin û gelek bajarên Kurd hatin wêran kirin.

TŞYGê bangî hemû kesên ji faşîzm û paşverûtiyê zirar dîtine, di serî de jin, ciwan, xebatkar û kedkaran, hemû eniyên rastî zordestiyê tên ji bo azadî, demokrasî û biratiya gelan bang dike ku birêxistin bikin û têbikoşin.

Daxuyaniya TŞYGê navên rêxistinên ku di bin navê Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan de hatiye damezrandin ev in (TKP/ML, PKK, THKP, C/MLSPB, MKP, TKEP, LENÎNÎST, TÎKB, DKP, DEVRÎMCÎ KARARGAH, MLKP)