Mihsin Tahir: Dive mafê Kurdan di Sûriya nû de parastî be
Li gor Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura gera duyem a Cenêv3 biryare 14ê vê mehê dest pê bike.
K24-Qamişlo
Endamê polîtbîroya Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) herwiha Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Mihsin Tahir ragehand ku, divê destûreke nû ji paşaroja Sûriyê re were danîn, mafê gelê Kurd tê de parastî be.
Derbarê destûra Sûriyê û mafê gelê Kurd li wî welatî Endamê polîtbîroya Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Mihsin Tahir ji K24ê re wiha got:"Em bi hêvîne Cenêv3 nebe Cenêv4, dive çareserî ji kirîza Sûriyê re were dîtin, êdî nayê qebûlkirin ku, Kurd li Sûriyê de bê maf bimînin."
Tahir da zanîn ku, pêwîste destûreke nû ji paşaroja Sûriyê re were danîn, di rêya wê destûrê de mafê gelê Kurd parastî be, aşkere kir ku, Sûriya nû wê hemû pêkhate cihê xwe tê de digrin.
Li gor Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura gera duyem a Cenêv3 biryare 14ê vê mehê dest pê bike.