Serokê Firansayê em bi hîç awayekê nerm nabin li beranber Tûrkyayê.
Serokê Firansayê bi dûr zanî ku li bernbaer Turkîya nerim bibin, nemaze li ser pirsên mafên mirov, azadîya raderbirînê li wî welatî û pirsa pêdana vîzeyan bi hevwelatîyên Turkîyayê.
K24- Hewlêr:
Serokê Firansayê bi dûr zanî ku li bernbaer Turkîya nerim bibin, nemaze li ser pirsên mafên mirov, azadîya raderbirînê li wî welatî û pirsa pêdana vîzeyan bi hevwelatîyên Turkîyayê.
Firanswa Holand serokê Firansayê red kir di danûstandinan de çareserkirina hatina penaberan li gel Turkîyayê, nermîyê nîşan bidin, nemaze li ser vîzedan û hatina hevwelatîyên ewî welatî bo Firansayê.
Holand di kongireyeka rojanamevanî de li pêşîya koçka serokatîya Firansayê bi rojnamevanan re got: Em hîç nermîyekê li beranber Turkîyayê nîşan nadin nemaze li ser dosêyên mafên mirov û vîzedanê bi hevwelatîyên Turkîyayê.
Ev axivtinên serokê firansayê di demekê deye ku biryare bi van nêzîkan kombûna bala di navebra Turkîyayê û her 28 welatên Yekêtîya Ewrûpayê de bihê encamdan.
Herweha got: Pêdivîye ew pirsên hanê gelek aşkera û xuya li kombûna di navebera Yekêtîya Ewerûpa û Turkîyayê de, bi Turkîyayê re bihên ragehandin
Ev di demkê deye, nêzîkî 7.2 milyon penaberên Sûryayê di wî welatî de hene û pişkeka mezin bi rêya axa wî welatî digehin Ewrûpayê û Enqere jî evê pirsê bi delîve dizane daku bi çareserkirina wan li gel Yekêtîya Ewrûpayê, pirsa endambûna xwe di Yekêtîya Ewurûpayê de bi azirîne.