Rûsya dewleteke fedralî li Sûriyê redike
Derbarê civînên gera duyem a Cenîv3 Bogdanor diyar kir ku, ew geşbîne ku aliyên kirîza Sûriyê bigehin rêkeftinekî, eger opozîsyona Sûriyê yekgirtî û bi yek helwestê be.
K24-Navenda Nûçeya
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanor redike ku, welatê wî di danûstandinên xwe ligel welatên Rojava projeya avakirina dewleteke fedralî li Sûriyê gotûbêj kiribe.
Derbarê vê mijarê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanor ji rojnameya Şerq El-Ewsed re daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: Pirsên wî wekî avakirina dewleteke fedral di destê gelê Sûriyê de ye, dive ew li ser danûstandinan bikin û li ser lihev bikin, ev paşeroja wane.
Bogdanor tekez kir ku, welatê wî bi ti awayî di danûstandinên xwe ligel welatên Rojava projeya avakirina dewleteke fedralî li Sûriyê gotûbêjnekirye.aşkere kirk u baştirîn çareserî ewe ku Sûriyê bimîne yekgirtîbe û neyê dabeşkirin.
Derbarê civînên gera duyem a Cenîv3 Bogdanor diyar kir ku, ew geşbîne ku aliyên kirîza Sûriyê bigehin rêkeftinekî, eger opozîsyona Sûriyê yekgirtî û bi yek helwestê be.