PYD amadekariyên fedraliya Bakurê Sûriyê dike

Li gor çavdêrên Siyasî di yekemîn gera Cenêv3 de PYDê nehate vexwendin, heta niha jî bo gera duyem jî ku, biryare sibe destpê bike nehatiye vexwendin, lewma weke karvedanekî li ser wê nevexwendinê ew dê fedralîzma Bakurê Sûriyê ji aliyê xwe ve rabgehîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5803ff81-beb7-4ccc-9aca-c4d13da5a203/hevrezi%20s-telel.ism/manifest

K24-Qamişlo

Serokê Partiya Aştî ya Demokratîk li Sûriyê û Endamê Komîteya Amadekar a pêkanîna konfransa Rêveberiya Deverên Rojava û Bakurê Sûriyê Telal Mihmed ragehand ku, ew di demeke nêzîk de konfransekî derbarê projeya rêveberiya Bakurê Sûriyê li dar bixin.

Derbarê dema lidarxistina wê konfransê  Endamê Komîteya Amadekar a pêkanîna konfransa Rêveberiya Deverên Rojava û Bakurê Sûriyê Telal Mihmed ji K24ê re wiha got: "Em pêwendiyan li gel hemû pêkhate, eşîr û aliyên opozîsyonê û kesayetiyên serbixwe dikin daku, şêweya rêveberiya deverên Rojava û Bakurê Sûriyê gotûbêj bikin."

Mihmed da zanîn ku, li gor danûstandinan hemû beşdariyên wê konfransê li ser projeya fedraliya  Bakurê Sûriyê wê lihev bikin.