Eger Îran evê pêngavê bihavêje, renge nirxa petrolê yekcarkî bidakeve.

Wezîrê petrola îranê, Bêjen Zengene ragehand haya asta berhemhînana petrola xava Îranê negehe 4 milyon bermîlaln di rojekê de, welatê wî di danûstandinên seqemandina berhemhînana petrolê pişikdar nabe.

K24- Hewlêr:

Wezîrê petrola îranê, Bêjen Zengene ragehand haya asta berhemhînana petrola xava Îranê negehe 4 milyon bermîlaln di rojekê de, welatê wî di danûstandinên seqemandina berhemhînana petrolê pişikdar nabe.

Ajansa Îsna ya Îranê, evro Yekşembîyê, li ser zimanê Bêjen Zengen dibêje: Îran  di danûstandinên seqemandina berhemhînana petrolê li gel çend welatên din ên berhemhênerên petrolê pişikdar nabe; heya asta behemhîna petrol xava xwe negehîne 4 milyon bermîlan di rojekê de.

Di bersiva pirsyarekê de li ser wê yekê, erî wezîrê petrola Rosyayê, Elîksande Novak di seredana xwe ya evê heftêyê de bo Îranê, hewla êwilandina Tehranê daye daku pişikdarîyê di rêkevtina seqemandina berhemhînanê de bike, Zengene got: Renge Îran pişikdar bibe eger  asta berhemhînana rojaneya wê bigehe 4 milyon bermîlan.

Wezîrê petrola Îranê amaje bi wê yekê kir: Divê ji me vebibn çunku hêj asta berhemhînana me negehiştîye çar milyon bermîlan di rojekê de, dûv re em bi xwe dê biçin pal wan.

Meha bûrî  Seûdîye û Rosîya ku dû ji mezintirîn welatên şandkarên petrolêne li cîhanê li gel Qeter û Venzewîla  rêkkevtin li ser seqemandina berhemhînana asata petrola xava xwe di wê asta ku di meha yeka ev sal de tomar kiribû.

Evê rêkkevtin wek ku wan welatan ragehndî, pêkolek bû bo bilindkirina nirxa petrol li bazarên Cîhanê, ku bi  dirêjahîya dû salên bûrî nîzîkî sêyeka behayê xwe ji dest daye, heya nirxa bermîleka petrolê gihişte xwar 30 dolarên Emerîkî.

Lê pisporên kerta petrolê dibêjin egera dakevtina nirxa petrolê bo zêdebûn petrolê li bazarên cîhanê  divegerînin, çunku  niha rojane milyonek û nîv heya dû milyon bermîlên petrola xav  li bazarên Cîhanê, ji pêdivîyê zêde heye. Lê eger Îranê armanca xwe bihingive  û asta behemhînanê bigehîne çar milyon bermîlên petrola xav di rojekê de, pêşbînî dihê kirin nirxa petrolê li bazarên cîjhanê yekcarekî bidakeve.