Gever: Bi 20 hezar leşkeran operasyon dest pê dike

Li navçeya Gevera Colemêrgê bi beşdariya 20 hezar polîs û leşkeran operasyoneke berfireh tê destpê kirin. Tê çaverêkirin ku ew operasyon 2 mehan berdewam bike.

K24 – Colemêrg

Li navçeya Gevera Colemêrgê bi beşdariya 20 hezar polîs û leşkeran operasyoneke berfireh tê destpê kirin. Tê çaverêkirin ku ew operasyon 2 mehan berdewam bike.

Piştî Sûr, Cizîr û Hezexê li navçeya Gevera Colemêrgê bi beşdariya 20 hezar polîs û leşkeran operasyonek berfireh tê destpê kirin. Tê çaverêkirin ku ew operasyon 2 mehan berdewam bike.

Li Geverê qedexeya derketina derve şeva 13ê Adarê saet 22.00an ve destpê dike. Herwiha tê gotin ku ew operasyon wê ne tenê li nava bajêr, wê li ser sînorê Iraq û Îranê jî berdewam bike. 11 hezar polîs û hêzên taybet jî wê tevlî operasyona li navenda navçeyê bibin.

Herwiha hat gotin ku li Geverê nêzîka hezar û 500 şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl û 400 gerîlayên PKKê bi cih bûne. Rojnameya Yenî Şafak a nêzîkê AKPê jî diyar kir ku wê navçeya Gever û herêmên din ên Colemêrgê ji aliyê 4 firokeyên bê firokevan ve 24 saetan werin çavdêrî kirin.

Li aliyê din operasyonên hewayî yên li dijî navend û baregehên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê jî bê navber berdewam dikin. Balafirên şer yên Tirkiyê bê navber herêmên Xakûrk, Metînan, Heftenîn, Qendîl, Zap û Gare yên di bin kontrola gerîlayên PKKê de bombebaran dikin.

Herçiqas ku hê jî dema operasyona li Geverê nehatiye diyar kirin, lê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala di daxuyaniyekê de diyar kir ku wê ji bo rakirina xendekên li Gever, navenda parêzgeha Şirnex û navçeya Nisêbîna Mêrdînê operasyon bên destpê kirin.

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê jî peyamek ji mamostayên li navçeya Geverê re şand ku ji 14ê Adarê ve dikarin neçin dibistanan û destûra wan hatiye wergirtin. Ev destûr wê ji bo çend rojan be nehatiye diyar kirin. Berî operasyona navçeya Silopî û Cizîr yên Şirnexê jî ji mamostayên navçeyê re peyam hatibû şandin û piştre operasyonê dest pê kiribû.