Mûsena Emîn: Pêdivîye Kurd Piştîvanîyê li guhertinên hikumeta Îraqê bike.
Serokê firkisyûna Yekgirtûya Îslamî di Perlemana Îraqê de ragehand, pêdivîye Kurd piştîvanîyê li guhrtinên hikumeta Îraqê bike. Amaje bo wê yekê jî kir ku firakisyûnên Kurdî li Perleman Îraqê gêngeşeyên rijtir li gel Civata Wezîran dê bikin.
K24- Hewlêr:

Di hevpeyvêneka taybet de li gel Kurdistan 24, Mûsena Emîn serokê firakisyûna Yekgirtûya Îslamî ragehand, pêdvîye Kurd piştîvanîyê li guhertinên hikumeta Îraqê bike dakû rewşa xwe di nav hikumetê de rast veke.
Herweha got: Em wek firakisyûnên Kurdistanî li Bexdayê di navebra xwe de dê kom bibîn û her firakisyûnek kesekê destnîşan bike dakû gêngeşeyeka nêzîktir û rijtir li gel Civata Wezîrên Îraqê bikin, jib o ku bizanîn serokê Civata Wezîran çi post bo Kurdan danaye.
Nabe şehnîyên Kurd ji 20% kêmtir be, li ser evê binemayê divê em di nav xwe de rêk bikevin li ser dabeşkirina evan wezaretên ku biber kurdan kevtine.
Mûsena Emîn behsa ewê yekê jî kir ku divê hemû firakisûnên Kurd li Bexdyê bi hev re gêngeşeyê li gel Ebadî bikin û ti alîyeka sîyasî bi tenê gêngeşeyê li gel neke.
Ev di demekê deye heftîya bûrî firakisûnên Kurdî li Bexdayê li gel Heyder Ebadî serokê Civata wezêrên Îraqê kom bibûn li ser guhertin hikumeta Îraqê.