Cebhet El-Nûsrayê firqeya 13e ya Artêşa Azad kontirol kir

Parêzgeha Idlibê ji aliyê Artêşa Azad a Opozîsyona Sûriyê kontirol kiriye.

K24-Navenda Nûçeyan

 Çekdarên Cebhet El-Nûsrayê êrîşî navendên firqeya 13e ya Artêşa Azad a opozîsyona Sûriyê li bakurê Idlibê kir, bi temamî kontirol kir.

Derbarê kontirolkirina çekdarên Cebhet El-Nûsrayê ji navendên firqeya 13e ya Artêşa Azad Rêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan Ramî Ebdulrehman îro, daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got: "Cebhet El-Nûsrayê şevê din bi dehan çekdarên Artêşa Azad ên firqeya 13e girtin."

Ji aliyê xwe Cebhet El-Nûsrayê daxuyaniyek belav kir, tê de çekdarên Artêşa Azad bi êrîşkirina navendên xwe tometbar kir. Wek tê zanîn ku, Parêzgeha Idlibê ji aliyê Artêşa Azad a Opozîsyona Sûriyê kontirol kiriye.