Îran Kurdên ji ola Yarsanî binçav dike
Piştî bidawîbûna hilbijartinên Îranê, desgehên ewlehiyê yên wî welatî, dest bi girtina pêkhateyên netewanan kir û bi çalakvanên Kurdên ji ola “Yarsanî” dest pê kir, ku zêdetirî 100 çalakvan binçav kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî bidawîbûna hilbijartinên Îranê, desgehên ewlehiyê yên wî welatî, dest bi girtina pêkhateyên netewanan kir û bi çalakvanên Kurdên ji ola “Yarsanî” dest pê kir, ku zêdetirî 100 çalakvan binçav kirin.
Berpirsê Pêwendiyên Erebî di Partiya Komela ya Kurdistana Îranê Soran Balanî ji “Şerq el-Ewset” re ragihand û got: “Li gor zanyariyên me yên ji nava Îranê de gihêştine destê me, rêjîma Îranê dest bi hilmeteke berfereh di nava çalakvan û sivîlan li Sine, Seqiz, Merîwan yên Rojhilatê Kurdistanê û li deverên Ehwaz û Biloşistanê kiriye.”
Balanî diyar kir, hejmara kesên di piştî hilbijartinan hatine desteser kirin, zêdetirî 100 kesî ne, hêza Paswanên Îranê gefê li gelê Kurd dixwin, bo beşdariyê di gera duyem ya hilbijartinan de bikin, ji ber rêjeya dengdanê di gera yekem de li Rojhilatê Kurdistanê gelekî kêm bû.
Balanî diyar kir jî, ku hêzên Pawanan û ewlehiyê, êrîşî perestgehên Kurdên ji ola Yarsanî kirin û tiştên tê de dizîn, herwiha perestgeheke din jî li bajarê Qesra Şîrîn li nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê ji xwe re kirin leşketgeh.
Çalakvanê ji Kurdên Yarsanî Giyareş Şahsiwarî jî got: “Rêjîma Îranê li Kurdên Yarsanî wek welatiyên ji pileya sêyemîn dibîne, ji ber ku em Kurd in û di heman demê de jî ji ola Yarsanî ne.”
Şahsiwarî diyar kir, Kurdên Yarsanî ti mafê wan yên xwendin û kar di desgehên fermî de nîne, di vê hilbijartinê de jî ji mafê kandîdkirinê jî bêpar bûn.