Di teqîna Enqerê de 34 kesan canê xwe ji dest da
Li Enqereya paytexta Tirkiyê şevê din teqînek çêbû û di encam de 34 kesan canê xwe ji dest dan 125 kes jî birîndar bûn. Wezîrê Tendirûstiyê Mehmet Muezzinoglu jî ragihand ku dermankirina 125 birîndaran berdewam e.
K24 – Enqere
Li Enqereya paytexta Tirkiyê şevê din teqînek çêbû û di encam de 34 kesan canê xwe ji dest dan 125 kes jî birîndar bûn. Wezîrê Tendirûstiyê Mehmet Muezzinoglu jî ragihand ku dermankirina 125 birîndaran berdewam e.
Li meydana Kizilay a Enqerê teqînek mezin çêbû. Walîtiya Enqerê ragihand ku di encama teqînê de heta niha 34 kes hatine kuştin û 125 kes jî birîndar bûne.
Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu derbarê teqîna Enqereyê de daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Li kolana Ataturkê ya Enqerê bi otomobîleke bombe barkirî êrişî welatiyên me yên ku li rawestgehan li benda otob[san bûn hatiye kirin. Ez wan kesên ku êrişê pêk anîne li ser navê welatê xwe û gelên xwe şermezar dikim.
Li gorî agahiyan, encamên analîzên îstîxbaratê yên di destên me de derbarê kesên ku êriş pêk anîne de agahiyên berbiçev bi dest xistine. Piştî ku lêkolînên derbarê bûyerê de temam bibin em dê hûrgiliyên teqînê ji raya giştî re parve bikin."
Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan jî derbarê teqîna Enqerê de daxwiyaniyek da û got: "Dewleta me li hember êrişan ji parastina xwe ya rewa dê tu carî venegerê. Hemû leşker, polîs û hêzên me yên ewlehiyî dê her gav li hember van êrişan têbikoşin. Gêlê me dê ji her gavan zêdetir li hemberî wan êrişan bibin yek. Tirkiye dê wan rojên han ên teng paşve bihêle."
Serokê Partiya Komara Gel (CHP) Kemal Kiliçtaroglu ragihand ku ew teqîna li Enqereyê bi awayekî tûnd şermezar dikin û got: "Divê hemû kes vê êrîşê şermezar bike. Kesên êrişkar bi vê êrişî biratî û aştiya me armanc girtine. Lê gelê me bi hevgirtin û bi hev re bûnê dê armanca wan kesan dê têk bibin. Kesên ku di teqînê de canê xwe ji dest dane Xwedê rehma xwe li wan bike û sebrê bide malbatên wan."
Wezîrê Tendirûstiyê Mehmet Muezzinoglu jî derbarê teqîna Enqerê de agahî dan û diyar kir ku 125 kes di teqînê de birîndar bûne û dermankirina wan kesan dewam dike, herwiha rewşa 19 birîndaran jî xedar e.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala derbarê bûyerê de wiha axifî: "Derbarê teqînê de gelek encam hatine bidest xistin. Lê em tekez nikarin bibêjin ka kîjan rêxistinê teqînê pêk aniye. Piştî ku lêkolîn û lêpirsîn temam bûn em dê eşkere bikin. Li cihê bûyerê 30 kesan û 4 kesan jî li nexweşxaneyan canê xwe ji dest dane."