Bexdayê şandina petrola Kerkûkê bi rêya xîça borîyên Herêmê ragirt.
K24- Hewlêr:
Jêderekî ji Kompanyaya Petrola Bakûr bi Royeterzê ragehandîye, ku hikumeta Îraqê bi biyarekê şandina petrola Kerkûkê bi rêya xîça borîyên petrola Herêma Kurdistanê bo bendra Cîhana Turkîyayê hat ragirtin.
Royterz belavkirîye: Ragirtina şandina petrola Kerkûkê bi egera arîşeyên Teknîkîye, ji bo ku hîç arîşeyên teknîkî nine û tenê bi biryareka Bexdayê şandina petrola Kerkûkê bi rêya xîça borîyên Herêma Kurdistanê bo bendera Cîhanê hatîye ragirtin û li şûna şandinê divê Kerkûk petrola xwe bike yedeg.
Berpirsekê hikumeta Herêma Kurdistanê jî, ev nûçe piştrast kirîye ku ji Kerkûkê ve şandian petrolê hatîye ragirtin.
Hinareteya Kerkûkê bi rêya xîça borîyên Herêma Kurdistanê rojane 150 hezar bermîlin, li sala 2014 ve petrola Kerkûkê bi rêya borîyên Herêma Kurdistanê ve dihê şandin.