Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirkiyê şevê din gundên li navçeya Qendîlê bombebaran kirin. Ji ber êrîşa hewayî, zerara madî gehişte gundên Lewce û Bukrîskan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balafirên şer ên Tirkiyê şevê din gundên li navçeya Qendîlê bombebaran kirin. Ji ber êrîşa hewayî, zerara madî gehişte gundên Lewce û Bukrîskan.

Balafirên şer ên Tirkiyê şevê din saet di navbera 03:00-05:00 de êrîşî naçeya Qendîlê kirin. Di bambardimanê de balafirên keşfê yên bêmirov jî hatin bikaranîn.

Ji ber bomberdûmanê dîrek û qebloyên elektrîkê yên navbera gundên Lewce û Bokrîskanê zerar dîtin. Êrîşê du saetan bê navber berdewam kir û herwiha gundên Qalatuka û Suredê jî hatin bombebarankirin.

Balafirên şer ên Tirkiyê berî niha li heman navçeyê gundên Zergelê, Lewce û Enzê jî bombebaran kiribûn. Li gor ANFê, ji ber bambardimanê gelek dar şewitîn û zerar gehişte dehl û rezên gundiyan jî.