113emîn salvegera ji dayîkbûna Mela Mistefa Barzanî
Mela Mistefa Barzanî yê nemir ê Rêveberê Şoreşa rizgarixweza gelê Kurde, di sala 1979an de li nexwaşxaneyekî Amerîkayê çû ber dilovaniya xwedê.
K24-Navenda Nûçeyan
Îro 14ê adarê,113 mîn salvegera ji dayîkbûna Mistefa Barzanî ye. Yan jî ku,bi navê din Mela Mistefa Barzanî yê nemir tê naskirin.
Mistefa Barzanî di 14ê adara 1903ê yê li gûndê Barzan a li Kurdistana Başûr dayîkbuye.
Mistefa Barzanî yê ku bavê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye, di sala 1943 ê ve dest bi karê şoreşê li dijî rejîma Iraqê kiriye û rêveberiya tevgera rizgarîxweziya gelê Kurdistanê kiriye.
Li gel damezrandina Komara Kurdistanê li bajarê Muhabadê, di sala 1946ê de, Mistefa Barzanî diçe Kurdistana rojhilat û hêza xwe dixe xizmeta Komarê û bixwe jî wek Serok Erkanê Komarê hate hilbijartin. Piştre di heman salê de paye ya generaliya leşkerî jê re hat dayîn.
Mistefa Barzanî, ku beşek gelê Kurdistanê wî wek bavê ruhê Kurd pênase dike, di sala 1961 de li dijî rejîma Iraqê şoreşa Îlonê de destpê kirin û karî di sala 1970ê de rejîma Sedam naçar bike ku mafên netewî yên gelê Kurd nasbike.
Mela Mistefa Barzanî yê nemir ê Rêveberê Şoreşa rizgarixweza gelê Kurde, di sala 1979an de li nexwaşxaneyekî Amerîkayê çû ber dilovaniya xwedê.