Rêveberiya Xweser nêçîrkirina ajelan li Rojava qedexe kir
Li gor Desteya Jîngehê biryar bi armanca parastina jiyana sirûştî hatiye standin.
K24-Qamişlo
Desteya Jîngeh, Geştyarî û Şûnwaran li Kantona Cizîrê nêçîrkirina hemû ajelan di nav de jî masî qedexe kir.
Derbarê wê mijarê de îro, Desteya Jîngeh, Geştyarî û Şûnwaran li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, tê de qedexekirina hemû ajelan ragehand.da zanîn ku, kesên bi wê biryarê pabend nebe we dê were cezakirin.
Li gor Desteya Jîngehê biryar bi armanca parastina jiyana sirûştî hatiye standin.