Barzanî: Tu astengek nabe rêgirê reforman
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Zanîngeha Emerîkî de li Dihokê ragihand ku tu astengek nabe rêgirê reforman.
K24 - Dihok
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Zanîngeha Emerîkî de li Dihokê ragihand ku tu astengek nabe rêgirê reforman.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di destpêka gotara xwe de got: “Îro ji bo gele Kurdistanê rojeke girîng e, roja jidayîkbûna Barzaniyê bav, raperîna Dihokê û vekirina Zanîngeha Emerîkî ye.”
Barzanî wiha axifî: “Ez spasiya her yek ji Serokê Encûmena Bordê berêz Mesrûr Barzanî, Serokê Zanîngehê û wan hemû kesan dikim ku alîkariya avakirina zanîngehê kirine.”
Barzanî bal kişand ser girîngiya meha Adarê ji bo Kurdan û wiha pêde çû: “Ev meh meha qedera Kurd e û gelek bîranînên taybet bi Kurdan têde ne, div ê mehê de raperîn hat kirin û du rojên din jî bîranîna Helebceyê ye, her rojeke vê mehê bîranîneke bo Kurdan.”
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo vekirina zanîngehê pîrozbahiya daniştvanên Dihokê û gele Kurdistanê kir û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Ev zanîngeh dibe bingeh bo pêgehandina nifşên dahatû û evna pêşan dide ku miletê me miletekî zindî ye, ji ber di demekê de ku DAIŞê êrîşî Kurdistanê kir karên vê zanîngehê ranewestiyan û tu astengek nikare bibe rêgir li pêşiya serkeftin û pêşketina miletê me.”
Barzanî bibîr xist ku gele Kurd gelek qurbanî dane û êdî dema wê hatiye ku bigihe azadî û wan hêviyên qurbanî jêre dane. Derbarê reforman de jî Barzanî got: “Em dê li ser proseya reforman berdewam bin û tu astengek nabe rêgirê wan reformên ku me biryar li ser daye û kar li ser dikin.”