Li Diyarbekirê şer: Şervanekî PKKê canê xwe ji dest da

Li navçeya Kayapinar a Diyarbekirê di şerê navbera şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên ewlekariya Tirkiyê de, PKKyîyekî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

K24 - Diyarbekir

Li navçeya Kayapinar a Diyarbekirê îro (14.03.2016) saetên nîvro di şerê navbera şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên ewlekariya Tirkiyê de, PKKyîyekî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Bûyer, li maleke ku li kolan 316’emîn ya Taxa Firatê bû rûda. Li ser îxbarekê hêzên ewlekariyê Tirkiyê operasyon kirin. Di dema ku hêzên ewlekariyê xwestin bikevin hûndirê malê de teqemeniyek hat teqandin û polîsek birîndar bû.

Ji ber bûyerê hejmareke zêde ya hêzên ewlekariyê bi tirimbêlên zirxpoş li derdora avahî û serê kolanan hatin bicîhkirin. Di encama pevçûnê de kesekî canê xwe ji dest da. Hat îdîakirin ku ew kesê canê xwe ji dest daye endamê PKKê bû û ji çiyê hatibû bajêr.