Demîrtaş AK Partî da ber rexneyan
Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş li parlamentoyê daxuyaniyek da û ji gel xwest ku xwedî li hestên; bratî, wekhevî û dadê derkevin.
K24 - Enqere
Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş li parlamentoyê daxuyaniyek da û ji gel xwest ku xwedî li hestên; bratî, wekhevî û dadê derkevin.
Selahattîn Demîrtaş ragihand ku ew wek HDPê êrîşa terorî şermezar dikin û HDP ji bo eşkerekirina helwêsta xwe ya li hemberî teqînên Pirsûs, Sultanahmet û 3 Teqînên Enqerê wê gotubêjan bike. Demîrtaş hêvî kir ku ev êrîş bibe komkujiya dawî. Hevserokê HDPê amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye ji hikûmeteke aloziyan derdixe zêdetir, pêdiviya wê bi hikûmetek aştîxwaz heye.
Demîrtaş, bi zimanekî tûnd rexne li hikûmeta AK Partiyê girtin û got: “Êş mezin e, her roj êşek nû derdikeve. Li Cizîrê jî li Sûrê jî kul û derdên mezin hene. Civaka me di êş û kulan de nikare hevpar tevbigere. Di êşê de çima em nikarin bibin yek? Divê hikûmet vê yekê ji xwe bipirse. Ew kesên ku ev 14e sal e dewletê birêve dibin divê ji xwe bipirsin. Komkujî pêk tên lê hikûmet tenê şermezar dike. Ji bilî vexwendina ser xeta AKPê jî tiştekî nakin. Wekî ku ne hikûmet in. Wekî ku tu berpirsyariya wan nîne. Wekî ku ew şîrê spî ne, yên din hemu sûcdar in.”