Rûsya dest bi vekşandina hêza xwe ji Sûriyê dike

Rûsyayê di 30ê Îlona 2015an de dest bi oporasyonên xwe li Sûriyê kirbû, di wî şerî de jî piştevaniya rejîma Sûriyê dikir.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi awayekî fermî Serokê rejîma Sûriyê agehdar kir ku, îro welatê wî dest bi vekşandina hêza xwe ji Sûriyê dike.

Derbarê vekeşandina Artêşa Rûsyayê Kirêmlên daxuyaniyek belav kir, tê de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin daxwaz ji Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê kir ku, dest bi vekşandina hêza xwe ji Sûriyê bike.

Li gor daxuyaniya Kirêmlênê  Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Serokê rejîma Sûriyê bi vekşandina hêza xwe ji wî welatî agehdar kiriye, herwiha hêvî kirye ku, danûstandinên Cenêv3 bi ser bikeve, daku şer li Sûriyê bi dawî were.

li gor fermana Serokê Rûsyayê îro, dest bi vekşandina hêza xwe ji Sûriyê dike, da zanîn ku sedema vekşandina wan ewe ku, Artêşa Rûsyayê armancên xwe li wî welatî bicihkirin.

Rûsyayê di 30ê Îlona 2015an de dest bi oporasyonên xwe li Sûriyê kirbû, di wî şerî de jî piştevaniya rejîma Sûriyê dikir.