Krîza penaberan û bandora wê li ser YE û Tirkiyê

Li Saziya Lêkolînên Stratejîk ya Navneteweyî bi navê "Bandora Krîza Penaberan: Nîqaşeke Piralî" panelek hat sazkirin. Pisporên USAKê jî li ser polîtîkayên YE û Tirkiyê yên bo çareserkirina krîz û penaberên Sûriyê rawestiyan.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1f9a09e6-f25b-4508-be74-b8fadf380298/QeyaranPenaberTirkiyeEuropa.ism/manifest

Azad Altun / K24 - Enqere

Li Saziya Lêkolînên Stratejîk ya Navneteweyî bi navê "Bandora Krîza Penaberan: Nîqaşeke Piralî" panelek hat sazkirin. Di panelê de pisporên USAKê li ser polîtîkayên Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyê yên bo çareserkirina krîz û penaberên Sûriyê rawestiyan.

Panela ku li paytexta Tirkiyê Enqerê hat sazkirin ligel şandên biyanî, Balyozgerê Serokê Delegesayona Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê Hansjoerg Haber jî beşdarî tê de kir. Di panelê de axaftina pêşî ji aliyê Serokê USAKê Ozdem Sanber ve hate kirin. Sanberk li ser rola Tirkiyê ya derbarê çareseriya qeyranê penaberan de rawestiya û diyar ku Tirkiye 2.5 milyon penaber wergirtine û heta niha 9 milyar dolar pere li wan xerc kiriye.

Fatma Yimaz li ser şêwaza retorik ya Ewropayê rawestiya û diyar kir ku biştî bûyera Alan Kurdî YEyê polîtîkayên xwe yên li ser hişyariya navneteweyî careke din revize kirine. Di vê derbarê de Pispora YEyê û Navenda Lêkolînên Ewropayê Dr. Fatma Yilmaz Elmas got: "Ewropa li beramberî pisrsgirêkên bi kapasiteye re alaqadar dimîne. YE ji retorîka xwe wêdetir pêşerojeke li ser bingeha polîtîkayên navendî yên Yekîtiya Ewropayê ve girêdayî ku ew jî yek alî ne ve diçe."

Serokê Navenda Lekolînên Efrîqa û Rojhilata Navîn Osman Bahadir Dinçer jî wiha axifî: "Penaberên ku di nava civakên din de bi cih bûne, divê di demeke zû de, ew rêya ku wê entegrasyona wan hêsantir bike bê destnîşankirin."

Li gor Serokê Navenda Lêkolînên Ewropayê Mustafa Kutlay jî dibe ku qeyarana penaberan bike mihwera têkîliyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê ji cih derkeve: "Her çiqas di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de zimanê hevkariyê were bi kar anîn jî, têkîliya baweriyê ya di nava her dû aliyan de gelekî qels û lawaz e. YE di têkoşîna xwe ya li dij penaberan de, divê ne bi çavê parastina sînoran li Tirkiyê binihêre, bi çavê welatê berendam lê binihêre."

Piştî axaftina pisporan Balyozgerê Serokê Delegesayona Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê Hansjoerg Haber jî li ser qeyrana penebaran rewestiya û diyar ku di vê meseleyê ne tene Yekîtiya Ewropayê hemû welatên cîhanê berpirsiyar in. Heber rave kir ku ji ber nêzîk dîtina çandî û olî Tirkiye ji penaberên Sûriyeyî re bûye warê jiyanê. Piştî ku şerê navxweyî bi dawî bibe dê hemû vegerin welatê xwe.