Bi egera seqayê petrola Kurdistanê nahê barkirin.

Birîkarên barkirna petrolê bi ajansa Royterz re gotin: Barkirina petrola Kurdistanê ji Bendera Cîhana Turkî li ser Dreyaya Navîn dûhî Dûşembîyê jî nehat encmadan, bi egera xirabîya rewşa seqayê.

K24- Hewlêr:

Birîkarên barkirna petrolê bi ajansa Royterz re gotin: Barkirina petrola Kurdistanê ji Bendera Cîhana Turkî li ser Dreyaya Navîn dûhî Dûşembîyê jî nehat encmadan, bi egera xirabîya rewşa seqayê.

Herweha gotin şandina petrolê bi rêya xîça borîyên ku petrolê digehîne evê benderê, li roja Heyînî hatibû ragirtin, dûv re vegerîya bû ser surişta xwe ya berê bi şandina rêjeya 600 hezar bermîlan rojane, herweha gotin; Kogeha embarkirinê li bendarê ji destpêka heftîyê hatibû pirkirin hay petrola embarkirî evro gehiştîye 1.4 milyon bermîlan.

Renge evro Sêşembîyê bazirgan dest bibarkirina petrola Herêmê bikin eger rewşa rewşa seqayê ber bi başîyê bi here:

Petrola Kurdistanê ku ji 17 meha Sûbatê ve hatibû ragirtin  bi egera peqndina borîyên wê li axa bakurê Kurdistanê, li Hezexa ser bi Şernexê.