Pentagon kuştina Ebû Umer El-Çîçanî ragehand
Abû Umer El-Çîçanî, mezintirîn serkirde û berpirsên leşkerî yê DAIŞê ye, weke Wezîrê Şer jî yê wê rêxistinê dihat naskirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebû Umer El-Çîçanî ku, berî niha di operasyonekî Hevpeymaniya Navdewletî de li bajarokê Şedadê, hatibû birîndarkirin û ketibû rewşa mirinê de ragehand.
Berî niha Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de ragehandibû ku, serkirdeyê DAIŞê di wê operasyona Hevpeymaniya Navdewletî li ser bajarokê Şedadê birîndar bûye û li Reqayê ji aliyê pizîşkekî biyanî tê dermankirin.
Rewngehê da zanîn ku, ji ber dijwariya birînên wî serkirdeyê DAIŞê Ebû Umer Al-Çîçanî sêkerata mirinê dike û di rewşekî xirab de ye.
Lê îro Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê(Pentagon) di daxuyaniyekê de, kuştina wî serkirdeyê DAIŞê û Wezîrê Şer yê wê rêxistinê ragehand.
Abû Umer El-Çîçanî, mezintirîn serkirde û berpirsên leşkerî yê DAIŞê ye, weke Wezîrê Şer jî yê wê rêxistinê dihat naskirin.