Li Diyarbekirê şer belavî gelek navçeyan bû

Li Diyarbekirê, şer û pevçûn belavî piraniya navçeyan bûn. Li taxeke navçeya Rezanê qedexeya derketina derve hat ragehandin.

K24 - Diyarbekir

Li Diyarbekirê, şer û pevçûn belavî piraniya navçeyan bûn. Li taxeke navçeya Rezanê qedexeya derketina derve hat ragehandin.

Şeva din, li piraniya navçeyên navendê yên Diyarbekirê, di navbera Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlekariya Tirkiyê de şer derket. Şer îro jî berdewam e.

Qeymeqamê navçeya Rezan ya Diyarbekirê li taxa Kaynartepe qedexeya derketina derve ragihand. Hat destnîşankirin ku li taxê xendek hene û çekên giran tên bikaranîn.

Her wiha li gelek taxên navçeya Rezanê, endamên YPSê ku çekên otomotîk û roketên dijî otombêlên zirpoş di destê wan de ne, bi roketan êrişî otomobîlên zirxpoş kirine. Di encamê şer û pevçûnan de polîsekî canê xwe ji dest da.

Hat ragehandin ku pevçûn li gelek taxên navçeyên Yenîşehîr û Rezanê berdewam in. Derbarê encamên pevçûnan de daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.