Pêşmerge hêrişeka dî ya Daişê di şikîne.
Evro serê sipêdeyê bi rêya çend xwekûjekan Daişê hêrişkirin ser çeperên Pêşmergeyan. Berpirsê Mihwera Rojavaya Kerkûkê ragehand, Pêşmeregyan şikest bi hêrişa wan hîna û berî geihiştina wan xwekujan bo çeperên Pêşmergeyan, ew xwekûj hatin kuştin.
K24- Kerkûk:

Kemal Kerkûkî berpirsê mihwera Rojavaya Kerkûkê bi malpera Kurdistan24 ragehand: Demjmêr 6ê sere sipêdeya evro, Daişê bi rêya pênc xwekûjan hêrişkirin ser çeperên Pêşmergey li rojavaya Kerkûkê, lê berî gehiştina wan bo çeperên Pêşmerge, Pêşmergeyên Qehreman destên xwe jê wan vekirin hemû ew xwekuj peqandin.
Got jî: Ew hêriş bi harîkarîya Erebên wê deverê hat encamdan, ji bilî van xwekûjan, ji dûrve bi Doşkeyê teqe li çeperên Pêşmergey dikirin, lê hêza Pêşmergey nehêlan armanca xwe bicih bihînin û wek her car şikest bi hêrişê hînan û termê her her pênc xwekujan kevtîye ber destên Pêşmergey.
Ev di demekê de ye heftîya bûrî her li wê mihwerê, şeş xwekujan hêriş kirin ser çeperên Pêşmergey û her şeş jî, ji alîyê Pêşmergey hatin kuştin. Li gor axivtinên fermandarên Pêşmegeyan, Daişê li beranber hêzên Pêşmergey şîyana hêrişkirinê namane, lew wan divê bi rêya xwekujîyê zîyanê bigehînin Pêşemergey.