Keçên Silêmaniyê kitêban dighînin nav malan

Rêkxera Komeleya Sofya Lence Xawê ragihand ku di projeya wan a nû de hejmarek keç bi bisîklêtan kitêban li malan digerînin û wan kitêban bi xwendevanan didin nasandin.

K24 – Silêmanî

Derbarê projeya xwe ya nû de Rêkxera Komeleya Sofya Lence Xawê ji Kurdistan24ê re got: "Projeya nû ya komeleya me ew e ku hejmarek keç bi bisîklêtan kitêban li taxan digerînin û derbarê naveroka kitêban de agahiyan didin xelkê."

Lence wiha axifî: "Ev projeya me niha tenê li Silêmaniyê ketiye ware cîbicîh kirinê. Lê plana me ew e ku vê projeyê li navçeyên din ên Kurdistanê cîbicîh bikin."

Derbarê pêşwazîkirina xelkê de jî Lence Xawê got: "Wek her projeyeke din piştgiriya me tê kirin û em tên rexnekirin jî, destpêkê rexne zêdetir bûn, ji me re digotin keç naxwênin û tenê xwe pêşan didin, lê em guh nadin wan axaftinan û em dê li ser karê xwe berdewam bin."

Xawê da zanîn ku ji xeynî nasandinan û birina wan bo nav malan, her du hefte carek li bajarên Kurdistanê gotûbêjeke edebî li ser kitêbekê dikin û wiha pêde çû: "Ez bi awayekî gelekî ji xwe bawer dibêjim, civaka me heta asteke baş gehiştiye armanca xwe. Kombûna van hemû keçan ku dest bi xwendin û gotûbêja edebî kirina wan vê rastiyê pêşan dide. Nasandin û birina kitêban bo ber deriyê malan, heta niha li Kurdistanê tiştekî wiha nebûye."

Komeleya Sofya komeleyeke kulturî û edebî ye. Rêkxera Komeleyê Lence Xawê dibêje ku ew xwebexşane kar dikin û armanca wan belavkirina kultira xwendinê ye di nav civakê de bi taybetî di nav jinan de. Komeleya Sofya sê meh dibe ku hatiye damezrandin û baregahê serekî jî li bajarê Silêmaniyê ye. Li Hewlêr, Kerkûk û Ranye ofîsên wê hene, li Elmanya jî ofîseke wê heye û biryar e li Brîtanya jî ofîsek were kirin.