Tiramp: Iraq Harvard a Teroristane.

Donald Tiramp, berbijarê Partîya Komrîyan bo Posta serokatîya Emerîkayê, ragehand: Îraq bûye welatê berhemhînan teroristan.

K24- Hewlêr:

Donald Tiramp, berbijarê Partîya Komrîyan bo Posta serokatîya Emerîkayê, ragehand: Îraq bûye welatê berhemhînan teroristan.

Donald Tiramp ragehand j: Rewşa Niha ya Îraqê ji Îraqa serdema Sedam Hûsên xirabtire, Îraq niha bo Teroristan weku Zankoya Harvard lêhatîye.

Donald Tiramp rexneyê Li sîyaseta Emrîkayê û şerrê Daişê digre û dibêje: hemû kes dizane Sedam Husên zelamekê xirab bû, lê wî terorist dikûjtin, niha Îraq bûye Zankoya Harvard bo teroristan, ev cudahîya me û wî bû. Ewî terorist dikûjtin û em wan nakûjîn, niha ew welat bûye berhemhênerê teroristan.

Biryare roja Sêşembîyê, li pênc wîlayetên Emerîkayê gereka nû ya hilbijartinên hindûrîyên Komarîyan birêve biçe, eger Tiramp, serkevtinê di van pênc wîlayetan de bi dest xwe ve bihîne, ew dê rêjeya 95% misoger bike ji berîkanêya bûne berbijarê serekîyê Partîya Komarî bo hilbijartinên meha Çirîya Dûyê ya sala dahatî.