Tirkiyê nasnameya xwekuja teqîna Enqereyê aşkere kir

Nasnameya xwekuja teqîna Enqereyê eşkere bû û wekî dihat gotin navê xwekuj Seher Çagla Demîrel e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nasnameya xwekuja teqîna Enqereyê eşkere bû û wekî dihat gotin navê xwekuj Seher Çagla Demîrel e.

Wezreta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku xwekuja teqîna Enqereyê keseke 24 salî a bi navê Seher Çagla Demîrel e û ji sala 2013an ve pêwendiya wê bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê re heye.

Wezaret herwiha ragihand ku Çagla Demîrel li Rojavayê Kurdistanê, nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de perwerde dîtiye.

Li paytexta Tirkiyê Enqereyê derûdora  Gûvenparkê pêr berê teqînek rû dabû û di encamê de 37 kes canê xwe ji dest dabûn 125 kes jî birîndar bûbûn.