Li Stenbolê Newroz hat qedexekirin

Parêzgeha Stenbolê, ji bo Cejna Newrozê ku dê 20ê Adarê bihata pîrozkirin destûr neda.

K24 – Stenbol

Parêzgeha Stenbolê, ji bo Cejna Newrozê ku dê 20ê Adarê bihata pîrozkirin destûr neda.

Partiya Demokratîk a Gelan ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li qada Bakirkoyê, serî li Parêzgeha Stenbolê dabû.

Serokê Komîteya Amadekariya Newroza Stenbolê ya HDPê Suat Çorlu da zanîn ku ji bo serlêdana wan parêzgehê destûr nedaye.

Hat diyarkirin ku bi hincetên ewlekariyê Newroz hatiye qedexekirin. Ji bilî Stenbolê, li bajarên Bakurê Kurdistanê wek Mêrdîn, Dêrsim, Çewlig, Şirnex, Colemêrg û Rihayê jî pîrozbahiyên bo Newrozê hatin qedexekirin.