Li Stenbolê gelek parêzer hatin girtin
Li Stenbolê hêzên ewlekariyê li 16 navnîşanan operasyonên hevdem kirin. Gelek parêzer jî tê de 20 kes hatin desteserkirin.
K24 - Stenbol
Li Stenbolê hêzên ewlekariyê li 16 navnîşanan operasyonên hevdem kirin. Gelek parêzer jî tê de 20 kes hatin desteserkirin.
Tîmên taybet ên Tirkiyê, li Beyoglu, Fatîh, Bahçelîevler, Avcilar, Esenler, Kadikoy û Sultangazî di serî de li 16 navçeyên Stenbolê operasyon birin ser gumanbaran.
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz li ser hisaba xwe ya twitterê ragihand ku endamên wan yên parêzer Îrfan Arasan, Ayşe Acinikli, Huseyîn Bogatekin, Şefîk Çelîk, Adem Çalışçi, Ayşe Başar, Tamer Dogan û Ramazan Demîr di vê operasyonê de hatine desteserkirin.
Ji bilî Stenbolê li 8 bajarên din jî operasyon hatine kirin û gelek kes hatine desteserkirin.