Opozîsyon: Divê hikûmeta AKPê hesab bide

Piştî teqîna 13ê Adarê ya li Enqerê banga civandina parlamentoya Tirkiyê hate kirin. Bi bangê hate xwestin ku parlamento biryareke hevgirtî bide ku li hemberî terorê tevbigere.

K24 – Enqere

Piştî teqîna 13ê Adarê ya li Enqerê banga civandina parlamentoya Tirkiyê hate kirin. Bi bangê hate xwestin ku parlamento biryareke hevgirtî bide ku li hemberî terorê tevbigere.

Piştî teqîna seyem a li Enqerê hikûmeta Tirkiyê AKP careke din rûbirûyê nerazîbûna partiyên muxalefetê bû. Partiyên siyasî daxwaz dikin ku AKP dest ji helwêsta xwe ya wek “Em her tiştî dizanin” berde. Herwiha rexne li wê yekê hat girtin ku parlamento ne li ser kar e.

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş di vê derbarê de got: “Parlamento girtî ye, di betlanê de ye. Parlamento hay ji kêşeyên li Tirkiyê nîn e. Wekî dezgeheke ji rêzê ya dewletê ye. Li vê derê vîna gel nîn e. Ev der hatiye îpotekkirin. Gava qesir bêje bixebite, dixebite, gava bêje bigire, tê girtin. Parlamento nikare tiştekî bike. Ji ber ku hikûmet ne bi îradeya xwe ye.”

CHPê jî destnîşan kir ku piştî teqînê desthilatdariya siyasî hilweşiya ye û pêwîstî heye ku ew êdî li ser hikûm nemîne. Herwiha daxwaz ji hikûmetê hat kirin ku êdî berpirsiyariya xwe ya siyasî hilgire.

Parlamenterê CHPê yê Enqerê Murat Emir jî wiha axifî: "Niha di serî de parlamento divê her kes hewl bide. Wekî partî me gelek caran got ku divê bûyerên terorî li parlamentoyê werin gotûbêjkirin û li hemberî wê helwêsteke hevpar were nişandan. Desthiladariya siyasî jî îro hilweşiya ye û divê dest ji kar bikşîne.”

Li aliyê din, nebûna Rêveberê Emniyetê jî bû sedema rexneyên giran. Partiyên siyasî destnîşan kirin ku eger hikûmet nikaribe rêveberekî bo Emniyeta Bajêr peywirdar bike, ew dikarin li şûna wê midûrekî peywirdar bikin û bo vê yekê jî daxwaza hesapdayînê ji hikûmetê kirin.