Êlih: Panêlek li ser komkujiya Helebceyê

Li Êliha Bakurê Kurdistanê, li ser komkujiya Helebceyê panelek hat sazkirin. Di panelê de, bo cangoriyan rêz hate girtin û sedem û encamên komkujiyê hatin nirxandin.

K24 – Êlih

Li Êliha Bakurê Kurdistanê, li ser komkujiya Helebceyê panelek hat sazkirin. Di panelê de, bo cangoriyan rêz hate girtin û sedem û encamên komkujiyê hatin nirxandin.

Beriya 27 salan, di 16ê Adara 1988an de, bi fermana Serokê Iraqê yê wê demê Seddam Hûseyn, artêşa Iraqê bi bombeyên kîmyewî êrîşî bajarê Helebce yê Başurê Kurdistanê kirin û di encamê de bi hezaran Kurd bûn cangorî û bi hezaran Kurd jî kêmendam man.

Komkujiya Helebceyê di salvegera xwe de bi panelekê hate şermezarkirin. Panela ku li Navenda Çanda Nû ya li Elîhê birêve çû ji aliyê Komeleya Ehmedê Xanî ve hat organîzekirin.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî yê Şaxa Elihê Nuri Mehmetoglu derbarê panêle de ji Kurdistan24ê re got: “Divê ne tenê Kurd, temamê mirovan vê êşê ji bîr nekin. Ji ber vê yekê em jî wekî Komeleya Ehmedê Xanî bi çend rewşenbîrên xwe, ev sê sal in em şeva Helebce organize dikin û ji bo bîranîna Helebce bernameyan amade dikin.”

Di panelê de êş û trajediya Helebceyê bi slayt û sînevîzyonê hat vegotin. Herwiha hate bibîrxistin ku ji ber komkujiya Helebcê li hemberî neteweya Kurd bû hemû cîhan bêdeng ma.

Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê Elî Halo jî beşdarî panele bû û wiha axifî: “Mixabin Cîhana Îslamî, Cîhana Erebî gelek bêdeng bûn li ser vê komkujiyê û herwiha Cîhanê Xerbî jî dengê wan gelekî nizm bû, di asta rûdan û karesata Helebceyê nebû.”

Welatiyên ku beşdarî panelê bûn, spasiya Komeleya Ehmedê Xanî kirin ku ev bîranîn sazkirine û destnîşankirin ku ew ne tenê rejîma Seddam herwiha wan dewletên çek dan Seddam jî wekî berpirsiyarê komkujiyê dibînin.

Welatî Dr. Şirin Aslankiliç got: “Helebce rûpelê reş e di dîroka cîhanê de, karêsateke pir mezin e. Însan vê qêbûl nake, fermaneke bi serê gelê Kurd hatiye. Em vî tiştî şermezar dikin.” Welatî Abdulkadir Nêçîrvan jî wiha dibêje: “Tiştên ku me derbarê helebçe û tevgera Enfalê de, qetliyama Enfalê de gelekî kêm an xelat zanîbûn, em gihiştin gelek zanyariyên nû.”

Di panelê de peyamên aştiyê hatin dayîn û hêviyên Kurd û mirovahî careke din bi komkujî û tevkujiyên wiha rûbirû nemînin hate kirin.