Bernameya Newroza Dêrsimê hat betalkirin
Newroza Dêrsimê ku wê di 18ê Adarê de bi beşdarbûna Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bihata pîrozkirin ji aliyê walîtiya bajêr ve hat betalkirin.
K24 - Dêrsîm
Newroza Dêrsimê ku wê di 18ê Adarê de bi beşdarbûna Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bihata pîrozkirin ji aliyê walîtiya bajêr ve hat betalkirin.
Walîtiya Dêrsîmê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku daxwaza pîrozbahiya Newrozê ya ji bo roja 18ê Adarê di navbera saet 10:00 û 16:00an de were kirin, ji ber bûyerên dawî guncaw nehatiye dîtin û bo vê yekê jî ew bernameya Newrozê ya bo wê rojê betal dikin.
Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku eger daxwaza pîrozbahiyê bo roja 21ê Adarê were kirin, Walîtiya Dêrsîmê dê destûrê bide û hemû bo hêsankirina pîrozbahiyê jî alîkariyê bike.