Li navçeya Nisêbinê polîsek hat kuştin

Qedexeya derketina kolanan ya ji aliyê Walitiya Mêrdînê ve ji bo Nêsêbînê hat ragihandin ket roja duyan.

K24 - Mêrdîn

Qedexeya derketina kolanan ya ji aliyê Walitiya Mêrdînê ve ji bo Nêsêbînê hat ragihandin ket roja duyan.

Operasyonên ku ji bo rakirina bend, xendek û paqijkirina bombeyan bi destê Hêzên Çekdarî yên Tirk û Endamên Asayîşê tên kirin, di heman demê de li taxa Firatê topbaranê dest pê kir.

Di operasyonên li taxên Dîcle û Yenîşehîrê de êrîşek li dijî endemên hêzên taybet ên Tirk hat kirin. Di encam dê polîsekî endamê hêzên taybet ji serê xwe bîrîndar bû. Polîsê ku bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hat rakirin canê xwe ji dest da.