Brîtanya bi vekişandina Rûsya ji Sûriyê bi gûman e

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê dibêje, Brîtanyayê ne bibawer e ji cidiya Rûsyayê, derbarê vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê dibêje, Brîtanyayê ne bibawer e ji cidiya Rûsyayê, derbarê vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Fîlîp Hamond, îro li Bexdayê bi çavekî bi gûman li vekişandina hêza Rûsya ji Sûriyê derbirî û û got: “Me dît çawa berê Rûsya gotibû ku Okranyayê vekişiya ye, lê diyar bû ku ew tenê guhartina hêzekê bi hêzeke din bû.”

Li ser biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, duh, Rûsyayê dest bi veşandina hêza xwe ji Sûriyê kir.

Hamond amaje bi danûstandinên aştiyê di navbera rêjîm û opozîsyonê li Cenêvê kir û got: “Bawer nakin bi mayîna Esed di desthilatê de, dê aştî li Sûriyê pêk were.”