Hêmin Hewramî: Yûsif Mehemed careka dî nabeve serokê Perlemanê.
Li ser encamdana danûstandinan û çareserkirina rewşa sîyasîya Herêma Kurdistanê, endamekê serkirdatîya Partîya Dîmukartîya Kurdistan(PDK)yê ragehand: Ew tim amadene bo encamdana danûstandinan li gel alîyên sîyasî, lê bê hîç mercan.
K24-Silêmanî:

Hêmin Hewramî, endamê serkirdatîya PDKyê û berpirsê peywendîyên derve yê PDKyê bo Kurdistan24 ragehand: Ji alîyê Pdkyê yek alî bûye, careka din Yûsif Mehemed nabeve serokê Perlemanê.
Ew endamê serkirdatîya PDKYê got jî: Yûsif Mehemed pişkek nebûye ji çareserîyê, belkû hokarek bûye bo duristkirina arîşeyan û zêdetir alozkirina rewşa Herêmê.
Berpirsê pewendîyên derveyê PDKyê ragehand jî: dive serokatîyek nû bo Perlemana Kurdistanê bihê hilbijartin.