Partiyên siyasî banga helwesteke hevgirtî dikin

Piştî teqîna li Enqerê ku di encamê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, partiyên siyasî li çareseriyên nû digerin. Partiyên siyasî banga helwesteke hevgirtî kirin ku rê li ber êrîşên nû bê girtin.

K24 – Enqere

Piştî teqîna li Enqerê ku di encamê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, partiyên siyasî li çareseriyên nû digerin. Partiyên siyasî banga helwesteke hevgirtî kirin ku rê li ber êrîşên nû bê girtin.

Di şeş mehên dawîn de, di encama sê teqînên mezin yên li Enqerê bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Partiyên siyasî hewla wê yekê didin ku Tirkiyê ji vê rewşa aloz rizgar bike û dawî li teror û tundîtujiyê were. 

Herwiha Partiya Komarê ya Gel CHPê jî polîtîkayên hikûmetê wekî sedema êrîşan nîşan da û daxwaz ji serokatiya parlametoyê û hemû partiyên siyasî kir ku berpirsiyariya xwe bi cih binîn.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: " Yekem berpirsiyar hikûmet e ku bi polîtîkayên xwe Tirkiye anî vê rewşê. Niha ez bangî Serokê Parlamena Tirkiyê dikim ku bi berpirsiyar tevbigere. Ez bangî hemû partiyên siyasî dikim ku bi yek helwestê tevbigerin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Divê hemû polîtîkayên Tirkiyê yên navxweyî û yên bi derve re jinûve werin sazkirin."

MHPê jî destnîşan kir ku Tirkiye him ji derve û him jî ji nava welêt bi êrîşên mezin ve rûbirû ye û daxwaz ji hemû partiyên siyasî kir ku bi rêvebirên dewletê re tevbigerin da ku Tirkiye ji vê rewşê safî bibe.

Cîgirê Serokê Koma MHPê Oktay Vural got: " Divê her partiyeke siyasî bi awayekî zelal fikra xwe eşkere bike. Divê her kes hişê xwe bide serê xwe, cihekî din nîn e ku em biçin wê derê. Di şûna avakirina komisyonên nû de û serweriya çekan de werin em demokrasiyê, vîna neteweyî û serweriya gel saz bikin û biparêz in."

Bi hilbijartinên 7ê Hezîranê aloziyên li Tirkiyê destpêkirin û piştî hilbijartinan alozî zêdetir bû. Niha her ku diçe ev qeyrana siyasî kurttir dibe û Tirkiye ber bi qeyraneke mezin ya ewlehiyê ve diçe. Hişyariya dewletên mezin yên mîna Emerîkayê ku welatiyên xwe hişyar dikin jî nîşaneya vê yekê ye.