Li Enqerê polîsekî hevaleke xwe û sivîlek kuştin
Li peytexta Tirkiyê polîsekî, hevkareke xwe û kesekî sivîl kuştin û piştre jî xwe radestî hêzên ewlehiyê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Li peytexta Tirkiyê polîsekî, hevkareke xwe û kesekî sivîl kuştin û piştre jî xwe radestî hêzên ewlehiyê kir.
Li Tirkiyê paytext Enqerê, polîsê bi navê A.Y. polîsa jin ya bi navê N.T.B û camêrekî sivîl ku li gel wê bûn, bi demançeyê guleberan kirin û kuştin.
Hat ragehandin bûyer li navçeya Çankaya cadeya Dîkmenê pêk hat. Piştî bûyerê polîsê kujer xwe radestî hêzên ewlehiyê kir.
Derbarê sedemê bûyerê de ti agahî nehat dayîn.