Fîgen Yuksekdag : Kes nikare Newrozê qedexe bike
Duh, Hikûmeta Tirkiyê li Enqerê, Stenbolê û 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê merasîm û çalakiyên cejna Newrozî ji bilî roja 21ê qedexe kir.
K24-Mêrdîn
Piştî biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji bo cejna newrozê ku, ji 81 bajarên Tirkiyê re giştîname şand û ji bilî roja 21 Adarê, pirozkirina cejna newrozê qedexe kir. HDPê jî diyarkir ku ew ên li gorî bernameyên xwe cejna newrozê piroz bikin.
Derbarê vê mijarê de, Heseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Fîgen Yuksekdag di kongreyekî rojnamevanî de li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê wiha got: "Qedexekirina çalakiyên Newrozê ti bingeha wê ya yasayî nîne, kes nikare rêgiriyê li agirê Newrozê bigre, em li her cihekî têne li ser cadeyan û newroza xwe dikin."
Yuksekdag bang li hemû gelê Kurd kir ku, li roja 20ê û 21ê li Mêrdînê û hemû navçeyên din agirê newrozê hilkin daku, Newroz li hemû deverî were pîroz kirin.
Duh, Hikûmeta Tirkiyê li Enqerê, Stenbolê û 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê merasîm û çalakiyên cejna Newrozî ji bilî roja 21ê qedexe kir.