Iraqê sêyem xîça borîyên petrolê durist dike.

Îraq sêyem xîça borîyên şandina petrolê dê durist bike, ku ji alîyê çend kompanyayeka Çînî û Erebî dihê encamdan.

K24-Hewlêr:

Îraq sêyem xîça borîyên şandina petrolê dê durist bike, ku ji alîyê çend kompanyayeka Çînî û Erebî dihê encamdan.

Ji bona  şandina petrola îraqê û gehandina wê bo Eferîkayê, Îraqê sêyem xîça borîyên şandina petrolê dê durist bike. Ew xîç ji besre dê dest pê bike heya bendera Eqebe li Ûrdinê.

Gotebêjê wezreta petrola Îraqê, Asim Cîhad, ragehand: Ev piroje ji alîyê hinek kompanyayên Çînî û Erebî dihê encamdan û hikumeta Îraqê jî hîç pereyan nade van kompanyayan rasterast, belku piştî bi dawîhatin a xîça borîyê, bi awaya qist ji qaznca şandina petrolê bi rêya wê xîça borîyê, pereyên wan kompanyayan dê bide. Ev piroje sê sale dihê behevkirin û kevtîye bwarê encamdanê.

Îraq petrola xwe bi rêya benderên Başûr li besre difroşe, bi rêya  keştîyan. Bi duristkirina evê xîça borîyê dibe sêyem xîça şandian petrola Îraqê û yekem xîça kara ya şandina petrolê ji besrayê.