Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê: Federalîzm ne rewa ye

Serokê Îtîlafa Sûriyê dibêje raghandina federalîzmê li Rojava û Bakurê Sûriyê ne rewa ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Îtîlafa Sûriyê dibêje raghandina federalîzmê li Rojava û Bakurê Sûriyê ne rewa ye.

Malpera Îtîlafa Opozêsyona Sûriyê belav kir, ku Serokê Îtîlafa Niştîmenî ya Opzîsyona Sûriyê Enes el-Ebde sîstemê fedralîzmê li Rojava û Bakurê Sûriyê red dike, ku ji aliyê Rêveberiya Xweser, TEV-DEM û hevalbendên wan ve hatiye raghandin.

Herweha ragihandiye, ku el-Ebdê gotiye, biryarên bi vî awayî nabe ji aliyê yek partiyê û yek pêkhateyê ve bê standin û ev biryar tenê di destê Sûriyan deye.

Roja 17 Adarê li bajarokê Rimêlanê ya Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser digel hevalbendên xwe, sîstemê yekîtya demokratîk ji bo Rojava û Bakurê Sûriyê raghand.