Guhdar Şêxo: Di paşerojeke nêz de Zaxo dê bibe navenda pîşesaziyê ya Kurdistan û Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro  25ê Cotmeha 2026an, di merasîmeke fermî de li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, şaxa sereke ya kompaniya navneteweyî ya "Nissan" li ser asta Iraqê hat vekirin û kevirê bingehîn ê çend projeyên mezin ên pîşesazî û geştiyariyê hat danîn. 

Di merasîmê de, Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo gotarek pêşkêş kir û bi xêrhatina Serokwezîr kir. Şêxo diyar kir ku serdanên Mesrûr Barzanî yên bo Zaxoyê her tim dibin sedema vejandina deverê, bicihanîna projeyên stratejîk û dayîna hêviyeke nû bo xelkê herêmê.

Serperiştê Zaxoyê di axaftina xwe de aşkere kir, ji bilî vekirina şaxa sereke yê Nissanê, kevirê bingehîn ê kargeha çêkirina otombêlên markeya "Jetour" û projeya mezin a "Motorplex" jî hat danîn. Şêxo destnîşan kir ku projeya Motorplexê li herêmê wek yek ji mezintirîn projeyên hevpar ên geştiyarî û perwerdeyî tê hejmartin.

Derbarê geşepêdana berdewam a sektora pîşesaziyê de, Guhdar Şêxo bal kişand ser stratejiya cûrbecûrkirina jêderên aboriyê û got: "Li ser raspardeyên Serokê Hikûmetê, me ji bo pirrengkirina aboriya deverê di warên pîşesazî, geştûguzar û çandiniyê de hemû hewlên xwe xistine gerrê."

Şêxo amaje bi zêdebûna hejmara kargehan kir û got di heyama pênc salên borî de, nêzîkî 140 kargehên curbicur li Zaxoyê hatine damezrandin. Herwiha da zanîn ku di vê dema dawî de jî, şeş mohletên nû bo kargehên cuda hatine derxistin, da ku derfetên nû yên kar bo ciwanên deverê bên dabînkirin.

Di dawiya axaftina xwe de, Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tekez kir ku bi saya van gavên stratejîk, dê di paşerojeke nêz de Zaxo li ser asta Herêma Kurdistanê û seranserî Iraqê bibe melbend û navendeke gelekî girîng a pîşesaziyê.