Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê projeya "Geliyê Zaxoyê" danî
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Cotmeha 2026an, di çarçoveya serdana xwe ya bo Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê de, kevirê bingehîn ê projeya geştiyariyê ya "Geliyê Zaxoyê" danî.
Ev projeya stratejîk û mezin li ser rûberekî berfireh ê 2 hezar û 620 donim erd tê cîbicîkirin û budceya ji bo wê hatiye terxankirin digihîje 120 milyon dolaran. Li gorî plana hikûmetê, heyam û dema temamkirina tevahiya qonaxên projeyê weke 7 salan hatiye destnîşankirin.
Projeya geştiyariyê ya "Geliyê Zaxoyê" ji gelek beşên giring, nûjen û geştyarî pêk tê ku sîmaya deverê bi temamî diguhere. Beşên sereke yên projeyê ev in:
- Hoteleke nûjen a 5 stêrkî
- Xwaringeh û xaniyên geştiyariyê
- Xeta teleferîkê
- Kompleks û qadên werzişê
- Bexçeyê ajalan
- Rûbarekî mezin ê destçêkirî
Bicihanîna vê projeya girîng a geştûguzariyê dê bandoreke rasterast li ser jiyana aborî ya xelkê deverê bike. Tê çaverêkirin ku proje bibe sedema afirandina 400 derfetên kar ên rasterast bo ciwan û destê kar ê navxweyî.
Her wiha ev pêngav dê alîkariyeke berbiçav bide kêmkirina rêjeya bêkariyê, bihêzkirina kerta geştiyariyê û geşbûna bazara Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê.